
Kurdistanmedia: Berpirsên Amerîkayê hêvîdarin ku, bi sebeba wegerandina dorpêçan li dijî rejîma îranê, di dawiyê de berpirsên rejîmê neçar dibin ku, gotûbêjan encam bidin.
“Donald Trump”, serkomarê Amerîkayê, pêdagîrî li ser wegerandina tunditrîn dorpêçan li dijî rejîma Îranê kiriye, û bas ji vê jî kiriy ku: Berpirsên rejîma Îranê neçar dibin bo lihevkirineke nû a navikî bêne ser maseya gotûbêjan.
Navbirî êvariya roja Înê 11`ê Xezelwerê (2`ê Çiriya Paşîn), di nav koma alîgirên xwe de li devera “Aiyndayana” de, lihevkirina Bercamê, wekî lihevkirineke gellek xirab bas jê kir, û got ku: “Bi cihê wê lihevkirinê, tundtirîn dorpêçan li dijî wê rejîma hov radigehînin”.
Serkomarê Amerîkayê, pêdagîrî jî kir ku: Rojek wê bê berpirsên rejîma Îranê, neçar dibin, bi armanca lihevkirinekeke dirust û dadperwerane, ku vejiyan tê de hebe, wê bêne ser maseya gotûbêjan, çimku em daxwazkarê vejiyanê ne.
“Trump” di axavtina xwe de, îşare bi pêşniyara pêkanîna civîna digel, Hesen Rohanî, bo cara çendê pêdagîrî kir , ku di dawiyê de, rejîma Îranê neçar dibe, bo lihevkirineke nû digel Amerîkayê wegere li maseya gotûbêjê.
Navbirî, roja Şemî 12`ê Xezelwerê (3`ê Çiriya Paşîn), rojek piştî lêdvana berpirsên Amerîkayê ya derheq wegerandina hemû dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî wê rejîmê de, bas ji vê kir ku: Dibêjin ew dorpêçên Amerîkayê, hewleke nûye li dijî Îranê, lê di rastiyê de, ewa xwe xapandine, û ev kiryara Amerîkayê kiryareke nû nine.
Xamineyî tevî êrîşkirina bo ser Amerîka û “Donald Trump”, caredeke din ev kesên ku daxwaza gotûbêjan digel Amerîkayê dikin bi awayekî tund .