Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump: Min li dijî pirsa etomiya rejîma Îranê gel Potîn axivî

18:18 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Serkomarên Amerîka û Rûsiyê  li Fenlandê de, tewera gotûbêjên xwe ji nûçegihanan re şirove kirin, ku li ser reftara rejîma Îranê û pirsa etomî jî bû.

Trump di beşeke axavtina xwe de ragehand ku wî digel Potîn bas ji vê kiriye ku dibe pêşiya mezinxwaziya rejîmê di warê pirsa etomî de bigrin, û herwisa bas ji vê kiriye ku dibe pêşiya tundûtîjî û nifûza wê di herêmê de bê girtin.

Navbirî bas ji vê kir ku ew rûniştina wan baş bû, û heta di serdemê şerê sar de jî, Rûsiyê û Amerîkayê karîbûn ku bi awayekî diyalogê bikin, û pêwendiyên me tu carî weha xirap nebûne, lê emê hêdî-hêdî pêwendiyên xwe biguherin û baş bikin.

Hevdîtinên her du aliyan di demekê de bi rê ve çûn, ku di van salên dawiyê de, bi sedema hinek pirsên wekî Okrayn, Sûriye û herweha destêwerdana Moskoyê di hilbijartina du sal berî niha de gellek sar bibûn.

Trump ragehand ku herçend ku heyameke zêde nine, ez di Koşka Spî de me,lê  hêvî dikim ku em bikarin di dawiyê de pêwendiyeke baş bi hev re ava bikin.