Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Turkiye: 9 jinên Îranî bisûça sîxurî bo sipaha pasdaranê hatin girtin

22:27 - 25 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Li bajarê Îxdîr a Turkiyê, polîsên ewlehî yê vî welatî 9 jinên Îranî bi sûça sîxurî bp Sipaha Pasdarana rejîma Îslamiya Îranê destbiser û binçavkirin.
Rojnameya Herît bilav kir, hejmarek jinên Îranê ku bi pasporta çêkirî çûbûne axa Turkiyê û karê sîxurî bo sipaha pasdaran dikirin hatin girtin.
Çavkaniyekê eşkere kir, ev 9 jinane îtirafkirine ku mêjûlê sîxuriyê bûne û gotin: Sipahapasdaran bo me pasport û nasnamên çêkirî bi medane û daxwaz ji me kirin ku xwe nîzîkê raydar û karbidestên Turkiyê bikin.
Wan jinane eva jî anîne ber bas û gotine: Heyamên kurt me ligel karbidestên organên Hikûmeta Turkiyê jiyan pêkaniye û aznyariyên ewlehî ji van wergirtiye û bo sipaha pasdaran rêkiriye.
Ev 9 jinane eva jî îtirafkirin, bi berdewamî me li gel sipaha pasdaran pêywendî hebiye û gelek caran jî bo dana zanyariyan em serdana
Îranê dikir.
Nawendên ewlehiyên Turkiyê ragehandin, li mala du kes ji van jinane bi navên Zehra û Aluyîna hindek belgên ewlehî derkevtine.
Heyamê du meh berî niha jî hikûmeta Turkiyê girûpekî 24 kesî xelkê Îranê ku xwe bi bazerganê kevirên binirx dabûne nasandin, bi sûça sîxurî bo wezareta Îtilata rejîma Îslamiya Îranê hatin girtin û di koma giştî ya wan 24 kesane de 10 kesjin bûn.