Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Turkiyê teqîna Rêhanliyê xiste stûyê rejîma Demişqê/di encama vê teqînê de 43 kes mirin

16:39 - 12 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Cêgirê serokwezîrê Turkiyê ragehand, teqîna Rêhanliyê xiste stûyê dezgeha “Muxaberat”a Sûriyê.

Rojnameya “Gardiyan” li zarê “Blunt Arnîç”ve bilav kir, sûçdarê serekî yê du teqîna parêzgeha Xatay (Hatay)a Turkiyê rejîma Sûriyê ye.

Roja şamî 11’ê Gulan a 2013’an, di encama du teqînên devera Reyhaniyê a ser bi parêzgeha Hatay ya Turkiyê de 43 hevwelatiyê Turk hatin kuştin û zedeyî 100 kesan jî hatin birîndar kirin.

Di encama teqînan de piraniya malên derdora bûyerê zerer dîtîn û gelek jî hilweşiyan.

Her di vê pêywendiyê de karbidestên Turkiyê ragehandin, eger bi belge bo me derkevin ku ev teqîne karê rejîma Sûriyê be, hemû rêkaran ji bo bersivdan bi vî karê rejîma Sûriyê digrine pêş.