Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Twitterê torên girêdayî bi Hizbullaha Lubnanê û Hûsiyên Yemenê daxistin

11:16 - 3 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Tora civakî ya Twitterê, rûpelên Saziyên terorîstî jêbir dike û vbê carê jî, torên girêdayî bi Hizbullaha Lubnanê û Hûsiyên Yemenê daxistin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Şemî 11`ê Xezelwerê, Tora civakî ya “Twitter”ê, rûpela tora televizyona “Elminar” a girêdayî Hizbullaha terprîst ya Lubnanê  û herwisa rûpela tora “El- Ê`ilam ul Herbî El-Merkeziye”(Nawenda Ragihandina Şer) a girêdayî bi girûpa Hûsiya terorîst ya Yemenê daxistin.

Herwisa tora civakî ya Twitterê ragihand: Twitterê cihê saziyên terorîstî û girûpên tûndrew nîne.

Torên civakî di cîhanê de rolekî herî zêde di belavkirina zaniyariyan hene, girûp û saziyên terorîstî bi belavkirina zaniyariyên direv û dijî mirovî, pirsgirêkên corbicor, bo karberên torên civakî diafirîne, lewma berpirsên torên civakî mîna Twitter û Facebook, wan rûpelan dadixin.

Heya niha tora civakî ya Twitterê 4800 rûpelên girêdayî bi rejîma Îranê daxistibûn