Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

UNAMÎ: Amara qurbaniyên tudûtîjiyên Îraqê zêdeyî 2000 kesan

14:26 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: UNAMÎ di daxuyaniyekê de ragehand, hejmara qurbaniyên tundûtîjiyên Îraqê 2532 hatine kuştin û birîndarkirin.
Nivîsîngeha Neteweyên Yekgirtî yê li Iraqê UNAMÎ daxuyaniyek da derê û divê daxuyaniyê de amara qurbaniyê tundûtîjiyên li Îraq hatiye ragehandin, li 6 mehên derbas buyî de hejmara qurbaniyên tundûtîjiya li Îraq 2532 kes birîndar û kuştî habûne.

UNAMÎ di daxuyaniya xwe de de bilavkir, hejmara kuştiyan divê amarê de 761 kes û birîndar 1771 kes bûne, ji wan kuştiyane 685 kes xelkê sivîl bûne û 131 kes karmendên polîs bûne.
Li gor evê amarê hejmara birîndarên kesên sivîl 1610 kesie û 221 polîs jî birîndar bûne. Herwisa 76 kes ji endamên hêzên ewledarîyê hatine kuştin û 161 kes jî birîndar bûne.
Her li gor wan zanyarîyan, zêdetirîn karê tundûtîjiyê li Bexdadê bûye û zêdetirîn ziyanê canî jî li Bexdadê çê bûne ku 950 kes li wir hatine kuştin û piştî Bexdadê, parêzgeha Selahedîn, Mûsil, Diyala û Enbare ye.