Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

UNHCR: 7750 Kurdên Rojava hatin Herêma Kurdistanê

17:25 - 17 Tebax 2013

Kurdistanmedia: UNHCR ragihand ku 7750 Kurdên Sûriyê derbasî Herêma Kurdistanê bûne.

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) aşkere kir ku roja Pêncşemê 15’ê Tebaxa 2013’an, 7750 Kurdên Sûriyê, derbazî Herêma Kurdistanê bûne.

Berdevkê Komîserîya Bilind ya Penaberan “Afrian Edwards” aşkere kir, piranîya penaberan ji Heleb a bajarê herî mezin yê Sûrî ne û hinekên din jî ji Efrîn, Hesekê û Qamişlo ne.

Edwards ji rojnamevanan re got:UNHCR li Hewlêrê kampeke demkî ava kirîye ku nêzî 2000 kes niha di bin çavdêrîya wan de ne.

Berdevkê UNHCR da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend ajansên din yên Netewên Yekbûyî jî alîkarîya wan dikin.

Her div ê pêwendiyê de hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe û heya niha zêdeyî 160 hezar kes hatine herêmê û li hersê Parêzgeh wek Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê akirincî bûne.

Li daneyên Neteweyên yekbûyî hejmara penaberên Sûriyê li welatên cîhanê wiha ye: İraq: 159 kezar û 713, Tirkiye: 398 hezar û 753, Lubnan: 584 hezar û 584, Urdin: 498 hezar û 877, Misir: 87 hezar û 527 penaber. Hêjeyê gotinê ye li İraqê jî tenê 5 hezar kes li Kampa El-Qaîm hatine bicîhkirin û yên din hemû li Herêma Kurdistanê ne.