Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“UNICEF” dermanên hewce bona zarokên tûşbûyî bi nexweşiya “Perperok”ê bo Îranê şandin

19:09 - 13 Gulan 2020

Sindoqa Zarokan a Saziya Navnetewî (UNICEF)ê, dermanên hewce bo pêçandina birînên wan zarokan ku rastî nexweşiya “Pereperok”ê hatine bo Îranê şandiye.

Roja Çarşemî, 13`ê Gulanê, Sindoqa Zarokan a Saziya Navnetewî (UNICEF)ê li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê nîvîsandiye ku, wê Saziyê bi alîkariya aborî ya Almaniyayê kariye dermanên taybet bi zarokên ku rastî nexweşiya pêst a bi navê nexweşiya “Perperok”ê (Epidermolysis bullosa, E.B), hatine terxan kirine û bo Îranê şandine.

Bi sedema wê nexwşiya pêstê zarokan, pêstê wan bi qasekî nazik dibe ku dibe birîn û janeke yekcar zêde heye û bi hegera nebûna bandajên taybet bi nesaxiyê, ew rastî nexwesiyên din dibin ku li ser canê wan dibe gefeke metirsîdar.

Sindoqa Zarokan a Saziya Navnetewî (UNICEF)ê baskiriye ku ew bandajên pêçana birînan ya kompaniya dermansazî ya welatê Sûêdê bi navê “Mölnlycke” e û ew bi alîkariya Navenda Terxankirina Cîhanî a UNICEF di bajarê Kopênhag a Danmarkê de hatiye amade kirin û bo Îranê hatiye şandin.

Ew alîkarî bi qasî 5 hezar û 800 kîlo bûye.

Rejîma Îranê ti pêngavek bona terxankirina wan dermanan hilnegirtiye û renge wan alîkariyan di bazara reş de bi xelkê xwe re bifiroşe.