Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Bi sedema karabagirtin û şewatê 81 hemwelatê mirine

20:26 - 23 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Sala derbasbûyî 13 hemwelatî seba karabagirtin û 68 kes jî seba şewatê li parêzgeha Urmiyê canê xwe ji dest dane.

Li gor rapora Kurdistanmedia û pişt girêdan bi saziya pizişkî ya yasayî, di sala 1392’a Rojî de 13 hemwelatî li parêzgeha Urmiyê seba karabagirtin mirine û ew amare berhevdan ligel sala 1391’a Rojî, %18 zêde kiriye.

Ji aliyek din ve 68 hemwelatiyên din jî li parêzgeha Urmiyê seba şewatê canê xwe ji dest dane.

Di vê pêwendiyê de sala 1392 li parêzgeha Sine, 64 hemwelatî seba şewatê, gazgirtin û xendiqînê canê xwe ji dest dane.

Mirina nayasayî ya hevwelatiyan li parêzgehên Îranê seba xendiqîn nav avê, şewat, karabagirtin, gazgirtin û qezaya terafîkê sal tevî salê zêde dike.

Di parêzgeha Îlamê jî li meha yekama sala 1392’a Rojî de 115 kes seba bûyera terafîkê mirine.

Nasitandariya alavên germkirinê û kelupelên karabayê, nebûna hêmayên hayîdarkirinê li bendawan û ew cihên ku tirsa xendiqînê tê de heye û kûrin,ji sedemên mirina nayasayî ya hemwelatiyan in di parêzgehên Kurdistana Rojhelatê de.