Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Jineka Kurd di nav çemê “Geliyê Binarê” de xendiqî

15:44 - 29 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Jineka Kurd temen 40 salî xelkê devera Mirgewera bajarê Urmiyê, seba ketin nav avê da xendiqî û canê xwe ji dest da.

Li gor rapora Kurdistamedia, jineka Kurd bi navê “Menîc” temen 40 salî û xêzandar, roja Duşemî 28’ê Nîsan a 2014’an, li devera Mirgewer a Urmiyê, kete nav ava çemê “Geliyê Binarê” û di encam de canê xwe ji dest da.

Hêjayê gotinê ye Menîc xwediyê 4 zarokan û akinciyê gundê “Nuê” bûye ku seba ketina nav ava çemê Geliyê Binarê dixendiqe û di encam de canê xwe ji dest dide.

Herwusa roja Şemî bervara 26’ê Nîsan a 2014’an, cahêlekî Kurd bi navê Rehîm Pîroî temen 34 salî, kurê Ezîz xelkê gundê “Halolan”a devera Tirgewera Urmiyê, ku bi hinceta bidestanîna debara jiyana xwe çûbû ser sînorê Turkiyê, di dema ku xwastiye li ser çemê “Cêmir” derbas bibe seba zorbûna avê, dikeve nav avê û her li cihê dixendine û canê xwe dest dide.

Ji aliyek din ve jî ciwanekî din yê Kurd li bajarê Bîcarê bi navê “Elîriza Mubarek Abadî Bîcar” temen 17 salî, dikeve nav çemê Qizil Ozon helkevtiye li 15 kîlomêtriya bajarê Bîcarê û dixendiqe û di encam de canê xwe ji dest da.

Di salên 1391 û 1392’a Rojî de, seba xendîqîna navê avê de 41 kes li parêzgeha Sinê, mirine.