Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/Dawîn amara nexweşiya AIDS hat ragihandin

14:18 - 18 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Cêgirê Tendurustiya Zanîngeha Zanistî a Pizişkî a Parêzgeha Urmiyê ragihand ku tûşbûyên nexweşiya AIDS pitir law in û di nav mêran de pitir bilav bûye.
Nûçegihaniya Mêhr li deve cêgirê Tendurustiya Zanîngeha Zanistî a Pizişkî a Parêzgeha Urmiyê bilav kir: Tûşbûyên nexweşiya AIDS û vayrosa HIV heya dawiya meha Xezelwera sala 1392\'a Rojî, 327 kes in ku tûşî wê nexweşiyê bûne.
Cêgirê Tendurustiya Zanîngeha Zanistî a Pizişkî a Parêzgeha Urmiyê da zanîn ku piraniya ew kesên ku tûşî nexweşiya AIDS û vayrosa HIV bûne mêr in ku hejmara wan dike 305 kes û jin jî 22 kes.
Navbirî diyar kir ku heya niha ew kesên ku tûşî wê nexweşiya AIDS bûne 179 kes in ku 177 mêr û 2 jin in seba wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan e.
Li gor dawîn serhejmariya ku hatiye ragihandin, 72 kes tûşî nexweşiya AIDS bûn ku 63 mêr û 9 jin in.
Amara ku hatî bilav kir, piraniya ew kesên ku tûşî wê nexweşiyê bûn ciwan in ku temenê wan di navbera 25 heya 35 saliyê de ye ku 156 kes in ku 148 kes mêr û 9 kes jî jin in û temenên navbera 15 heya 25 salî 41 kes in.
Temenê navbera 35 heya 44 salî 96 kes û temenê navbera 45 heya 54 salî jî 28 kes in.
Bikaranîna medeyên hişber û sêks (SEX) yek ji pitirtirîn sedemin ku xelk tûşî nexweşiya AIDS û vayrosa HIV dibin