Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vaksena Rûsî di Îranê de paşhatên dijwar yên tenduristiyê li pey xwe aniye

11:52 - 1 Nîsan 2021

Endama Stada Lihemberderketin li dijî Koronayê, “Mînû Mohrez” daye zanîn, ku “Vaksena Korona ya cora Rûsî li hin kesan de paşhatên dijwar afirandiye.

Roja Çarşemî 31ê Adarê, Endama Stada Lihemberderketin li dijî Koronayê, “Mînû Mohrez” tevî îşarekirin bi paşhatên vaksena Koronayê ya cora Rûsî ya bi navê “Spotnîk V”, ragihand: “Di hejmareke wan kesan de ew paşhat hatine çareserkirin, lê di hin kesan de jî paşhata kutana vaksena Rûsî ya Koronayê hêj maye”.

Yekem car e ku berpirseke rejîma Îranê bi awayekî giştî, îtiraf bi paşhatên dijwar yên vaksena Koronayê ya cora “Spotnîk V” a rûsî dike.

Wê berpirsa rejîma Îranê zaniyariyên hûr li ser wan paşhatên vaksena Rûsî eşkere nekiriye.

Vaksena “Spotnîk V” yek ji wan vaksenan e ku rejîma Îranê ji derveyî welat dikire ku pêka vaksenên din yên Amerîkayê şiyaneke kêmtir û paşhatên dijwartir heye.

Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” berê ragihandibû, ku kirîna vaksena Koronayê li Amerîka û Birîtaniyayê qedexe ye, bi wê sedemê xelkê Îranê ji baştirîn cora vaksenên Koronayê bêpar bû.

Rejîma Îranê îdia dike ku, bi sedema dorpêçan nikare bi qasa hewce vaksernan bikire. Ew gotin di halekê de ye, ku dorpêçên li ser Îranê, xwarin û dermanan li xwe nagire û gotina rejîma Îranê çewtekarî û bi tenê hêcetgirtin e ku, bo xelkê pere xerc nekin û di cihên dinê de xerc dikin.