Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Veblagnivîseke Kurd li Urmiyê hat girtin

13:11 - 20 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Çalakvanekî rojnamevan û vêblagnivîsê Kurd bi navê “Ezîz Tîbaş” li bajarê Urmiyê hat destbiserkirin û a niha li çarenivîsa wî tû agahiyek ji ber dest nine.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, çend roj berî niha “Ezîz Tîbaş” temen 23 sal û kurê “Xalid” di dûkana xwe de ji aliyê hzêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê ve hat girtin.
Yek ji nêzîkên malbata Tîbaş serbarî piştrastkirina vê nûçê, bi malpera “Kurdistanmedia” ragihand: Hêzên îdareya Agahî û Geşta Îrşada rejîma Îranê çûne dûkana “Ezîz Tîbaş” û serbarî daxistina dûkana wî, navbirî jî binçavkirin e.
Hêzên rejîm dûkana vêblagnivîsê han bi tometa “çap û bilavkirina hayîdarê birêveçûna gera fêrbûna zimanê Kurdî” daxistine.
Çavkaniyê ku nedixwast navê vî eşkere be da zanîn: Ezîz Tîbaş, dûkana kafî nêtê û çapa bilavkirina kaxezê hebû û hemû kesek li hemû varekê de bo çapkirina ragihandina hayîdar, diçûne vir.

Di vê pêwendiyê de birakê “Ezîz Tîbaş” bi navê “Mecîd Tabiş” çalakvanê xwendekar, bi tometa dabezandin wêna alaya Kurdistanê li ser şaşeya leptopa xwe ji xwîndinê pêbarkirin û laptobe vî ji aliyê hesareta zanîngehê ve hatiye zewtkirin.
Mecîd tabaş sala derbasbûyî ji xwîndinê hatibû pêbarkirin, lê îsal di dema navnivîsînê de ji aliyê rêveberên zanîngehê ve tometa siyasî bûnê xistine pal û wernegirtine û a niha jî malbata wî li jêr givaşa hêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê de ne.
Hêzên ewlehî her çend rojan carekê bi hecetên cûr ba cûr diçine mala ew du birayê han û malê lêgerîn dikin.