Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Veguhestina birayên Kurdpûr bo girtîgeha Mihabadê

14:42 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Mes’ud û Xusro Kurdpûr Piştî derbas bûna 111 rojan, li girtîgeha Îtilata Sipaha Urmiyê bo zîndana bajarê Mihabadê hatin veguhastin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja çarşemî berwar 26’ê Hezîran a 2013’an, birayên Kurdpûr piştî derbas bûna nîzîk 4 mehan girtin, bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatin veguhastin û berwara 27’ê Hezîranê jî ji aliyê liqa duya dadiseraya Înqilaba Mihabadê bi bê parêzer hatine dadigahî kirin.
Xusro Kurdpûr tevî Kemal Husên alîkarê pêşîn ê ajansa nûçegehaniya Mukriyanê axiviye û ragihandiye, “me bal bazpirsê dosiya xwe narizayetiya xwe bo heyamê destbiserkirinê û rûn nebûna çarenivîsa me derbiriye û piştgîriya hemû çalakiyên rojnamevaniya xwe kiriye”.
Dozgeriya bajarê Mihabadê sûça wan du rojnamevanên destbiserkirî “pirupagendên dijî nîzama Îranê li rêya dana zanyariyan bi rojname û malperan”, ragihandiye.


Parêzerên birayên Kurdpûr Ebas Cemalî û Osman Muzeyen qirare roja sêşemî 2’ê Tîrmeh a 2013’an, bi hinceta daxwaza azad kirina birayên Kurdpûr bi dabîna wesîqe, serdana dozgeriya Înqlaba Mihabadê bikin.

Her divê pêwendiyê de 30’ê Hezîranê 2 kes ji malbata Kurdpûran karîn li girtîgeha Mihabadê, Mes’ud û Xusro bibînin.
Mes’ud û Xusro Kurdpûr berwar 8 û 9’ê Adara 2013’an ji aliyê hêzên Îtilata rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Mihabedê hatin girtin û paşî derbas bûna pitir li sê heftî li ragirtina wan li girtîgeha îdareya Îtlata bajarê Mihabadê, bo îdareya Îtlata bajarê Urmiyê hatin veguhastin.