Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Veguhuhastina Balyozxaneya Amerîka bo Herêma Kurdistanê girîngtirîn alternativa Amerîkayê ye

17:14 - 24 Kanûna pêşîn 2020

Piştî êrîşên wê dawiyê li roja Yekşemiya derbasbûyî, Amerîka bi lezgînî li ser mijara daxistina Balyozxaneya xwe li bajarê Bexdayê û veguhastina wê bo Herêma Kurdistanê an binkeya Esmanî a “El-Esed”, mijûlê lêkolînê ye.

Serkomarê Amerîka, “Donald Trump” li roja Çarşemî 23ê Kanûna Pêşîn de ragihandibû: “Hekî yek Amerîkayî li Îraqê bê kuştin, ez Îranê bi tawanbar dizanim”.

Herwisa Vezîrê Derve yê Amerîkayê, “Mike Pompeo”, ragihanibû: “Rejîma Îranê bi berpirsyarê tev êrîşên li ser devera kesk a Îraqê û hêzên Amerîkayê dizane”.

Amerîka bi caran gef li berpirsên Îraqê xawribûn ku hekî nekarin dawî bi êrîşên li ser balyozxaneya Amerîka û devera “Kesk” a bajarê Bexdayê bînin, dê balyozxaneya xwe di wî bajarî de dabixe û baştirîn alternatîva Amerîka, veguhastina balyozxaneya xwe bo Herêma Kurdistanê ye.

Veguhastina balyozxaneya Amerîka bo Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî ve girîngiyeke stratejîk bi Herêma Kurdistanê re dide û bi awayekî din bawerî û îtirafa Amerîka bi serwerî û şiyana birêvebirina welatek bi ewlehî, aramî û xwedîpêgeh ku kariye di çenbera terorîzmê de welatekî avedan û dewletekî xwediyê aramiyê biafirîne.