
Wezareta Tendurst a rejîma Îranê, vergirtin û razandina nexweşên ku nexweşiyeke sivik hebe, di nexwşxaneyan de qedexe kir, û hemû nexweşxane xistine haletê amadebaşê.
Roja Înê, 9`ê Reşeme, Wezareta Tendurist a rejîma Îranê, di bexişnameyekê de baskiriye, ku ji roja Şemî 10`ê Reşemê ve, vergirtin û razandina nexweşên ku nexweşiyeke sivik hene û bi demkurtî tê çareserkirinê, di nexwşxaneyan de dibe bê sekînandin.
Herwisa, nexweşxane bi giştî bona vergirtina nexweşên tûşbûyî bi vîrûsa Koronayê xistine haletê amadebaşiyê de.
Ew amadebaşî di seranserê Îranê de di rewşekê de ye ku, rejîm belavbûna wê vîrûsê bi awayekî gelek asayî nîşan dide, lê kêrnehatîbûna rejîma Îranê û tinebûna hêza bergirîkirin ji belavbûna wê vîrûsê, bûye sedema tûşbûna xelkekî zaf û can jidestdana hejmareke zaf ji xelkê Kurdisrtan û Îranê.
Rejîma Îranê wekî resma xwe ya hertimî, bi xwe ti amareke serast ji qurbaniyên vê vîrûsê belav nake û eve bûye sedema sam û tirsa xelkê ji rewşa welatê wan û herwisa welatên cîhan jî, ji kêrnehatîbûna rejîma Îranê li ser wê kirîza cîhanî ditirsin.