Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vîrûsa Korona bûye hêcetek ku rejîm xelkê pê talan bike

11:57 - 27 Çirriya pêşîn 2020

Di demekê de ku amara tûşbûn û mirina bi sedema Koronayê di Îranê de roj bi rojê bilindtir û berfirehtir dibe, rejîm jî wê yekê bo xwe bi derfet dizane ku bikare berîk û paxela xelkê betal bike û weke çavkaniya dahatê mifahê heta ji Koronayê jî werdigre.

Di heyamê çend rojên derbasbûyî de li parêzgeha Urmiyê ku amara miriyan gelek zêde bûye, ew kesên ku di nexweşxanan de dimrin, ji bilî wê ku rê bi malbat û kesûkarên wan nayête danê ku cinazê kesê xwe yê mirî bibînin, ji bona wê ku heta cinaze berçavê malbata wan bibin di tabûtê de û cihekê ku rejîm diyarî dike teslîmê axê bikin, aliyê kêm 30 heya 40 milyon tumenî ji malbata kesê mirî distînin.

Lewma zaf malbat di rewşa xirab a aborî de ne û bona wergirtina termê miriyên xwe şiyana dana hind pere nînin, berî ewê ku nexweşê wan di nexweşxanê de canê xwe ji dest bide, diçin nexweşê xwe mirexes dikin û dibine mal heya baş dibe yan dimre.

Herwisa ji bilî wê ku di nexweşxanan de pereyekî zêde ji malbata kesê mirî distînin ku ber çavê wan, cinaze bibin û bispêrne axê, nahêlin kes cinaze jî bibîne ku kanê çi di nav wê tabûtê de ye, erê gelo cinazê miryê wan têdeye yan ne?

Di heyamê derbasbûyî de, malbatek xelkê yek ji gundên herêma Mirgewer diçin gora miriyê xwe hildidin, dibînin ku cinazê kesê wan yê mirî hemî hatiye perçeperçekirin û endamên laşê wî weke gurçik, dil, çav, cerg û sîpelak hemî hatine derxistin, lewma wê malbatê şikayet kir û ev gumane bal wan hetmî bû ku ev kese bi koronayê nemirye, belkî tenê ji bona bazirganiyê hatiye kuştin ku endamên laşê wî derêxin.