Di bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de menca Pêncem a Koronayê bûye gef li ser jiyana xelkê û ji mencên berê bihêztir û metirsîdartir e, bi taybet li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê rojane bi 100an kes dibine qurbanî.
Pêka nûçeyên Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê, vîrûsa Koronayê di bajar û parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ji berê bihêztir e û li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê karesatên mirovî diqewimin.
Pêka gotinên karbidestên rejîmê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, rêjeya pêketiyên Koronayê di wê parêzgehê de 4 qat zêdetir bûye.
Herwisa di heftiyên derbasbûyî de berpirsên parêzgehî yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê sedema wê rewşa xirab a Koronayê, belavbûna vîrûsa “Dilta”yê ku ji cora vîrusa Koronayê dane zanîn.
Herwisa di bajarên “Erdebîl” û “Urmiyê” de jî rewşa Koronayê nebaş e û rengehiya belavbûna wê vîrûsa nû heye.
Pêka amarên Wezareta Tenduristiya Îranê, 63 bajar di rewşa sor û 184 bajar li rewşa narincî de ne û herwisa pêka amara roja Pêncşemî, 125 kes bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane û 14 hezar kes jî tûşî vîrûsa Koronayê bûne.