Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Volodymyr Zelensky”: Min bihîstiye ku Rûsiya dê êrîşê ser Ukraynê bike

11:06 - 15 Şibat 2022

Serkomarê Ukraynê “Volodymyr Zelensky”, roja Duşemî di peyameke vîdiyoyî de bi xelkê Ukraynê re ragihandiye: “Min bihîstiye ku Rûsiya dê roja Çarşemî êrîşê ser me bike. Emê vê dîrokê bikin roja hevpeymaniya netewî ya Ukraynê”.

Rûsiyayê bi tevahî xwe amadeyê şer kiriye û roja Yekşemî bi zêdekirina 30 hezar hêzên nû yên din li ser sînorê Ukraynê, bi hejmara hêzên wê gihane bi 130 hezar.

Sekreterê Saziya Netewên Yekgirî “Antonio Guterres”, ji êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê nîgeran e û daxwaz ji rêberên cîhanê kiriye ku bo aramkirina rewşê, dîplomasiya xwe berfireh bikin.

Eva jî di halekê de ye ku Amerîkayê huşdarî daye ku “Moscow” dem bi dem hêzên xwe li ser sînorê Ukraynê zêde dike û her demek vê diçe ku êrîşê ser Ukraynê bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Anthony Blinken”, roja duşemî daye zanî ku wan bi sedema zêdebûna hêzên Rûsiyayê li ser sînorê Ukraynê, balyozxaneya xwe di bajarê “Kyiv”ê de bo bajarê “Lviv” yê li rojavayê Ukrayê veguhstiye.

Ji aliyek din ve Amerîkayê nêzî 3 hezar hêzên xwe ku berê di Lehistanê de cihgir kiribûn, xistine haletê amadebaşiyê ku eger şer rû da, hevkariya penahxwazan bikin.

Rûsiya bala tevahiya rojname û mediyayên cîhanê bo aliyê xwe ve rakêşa ye û hemû çavnihêrin ku şer kengê biqewime.