Rojnameya “The Wall Street Journal” belav kiriye ye ku, ji 2 dehkên derbasbî ve, destê rejîma Îranê gihîştiye bi belge û arşîvên Ajansa Navneteweyî a vizeya navkî û bi mifahvergirtin ji wan belgeyan çewtekarî kirine.
Rojnameya Amerîkayê “The Wall Street Journal” weşandiye, rejîma Îranê bi destpêregihîştina bi belgeyên Ajansa Navneteweyî a vizeya navkî, di wan du dehkan de, bi mifahvergirtin ji wan zaniyariyên nehînî ên Ajansa Navneteweyî a vizeya navkî û herwisa hizra giştî ya cîhanê hilxeltandiye.
Herwisa vê rojnameya Amerîkayê weşandiye: “rejîma Îranê ew belgeyên nihînî di navbera berpirsên payebilind ên Komara Îslamiya Îranê de belav kirine da ku bikarin bi destêverdan li çalakiyên hatinî kirin de, rêyên perdepoşkirina çalakiyên cihê şik û guman yên berhemanîna çeka navkî û xeletandina Ajansa navneteweyî a vizeya navikî peyda bikin.
Rejîma Îranê bi hilxetandina Ajansê û hizra giştî ya cîhanê, heta niha kariye bi nehînî hewla berhemanîna çeka navkî bide û di vê derheqê de serokwezîrê Îsraîl “Naftali Bennett” ragihandiye: “Ew zenga hişdariyêye bo cîhanê”.