Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wêbnarek bi hilkefta 32`emîn salvegera şehîdên Viyenê li Almaniyayê bi rê ve çû

12:43 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2021

Komîteya PDKÎ li welatê Almaniyayê bi hilkefta 32`emîn salvegera şehîdên Viyenê wêbnarek bi beşdariya endam û alîgirên PDKÎ bo kesayetiya xuya yê Rojhilatê Kurdistanê û endamê berê yê Deftera Siyasiya PDKÎ Dr. “Husên Xelîqî” û Mamostayê Zanîngehê û Endamê Navenda Siyasî ya PDKÎ Dr. “Îdrîs Ehmedî” lidar xistin.

Di wê wêbnarê de Dr.” Husên Xelîqî” li derheq dîroka terorîzma dewletî ya dagîrkerên Kurdistanê bi taybet terorîzma dewletî ya Komara Îslamî ya Îranê û bi armanca terora têkoşerên Kurd û ji serweyê hemûyan terorkirina rêberên PDKÎ û endam, kadir û pêşmergên PDKÎ çend gotinek pêşkêş kir.

Herwisa Dr. “Îdrîs Ehmedî” li derheq şehîd “Dr. Qasimlo û pirsa sosyalizmê û sedema girîngîdana PDKÎ bi sosyalîzma demokratîk û rola “Dr. Qasimlo” bona diyarîkirina sosyalîzma demokratîk wekî bername û armanca paşeroja PDKÎ li pêxema dadweriya civakî  û herwisa çendîn gotinên din di 3 qonaxan de pêşkêş kir.

Di berdewamiya wêbnarê de beşdarbûyan çendîn pirs û têbînî hebûn ku bersiva wan hatine dan.