
Kurdistanmedia: Welatê “Kenyayî” pîlana qirêj a Balyozê rejîma Îranê ya ku bo filtandina, du endamên Spaha Qots a terorîst darêtibû, eşkere kir.
Li gorî nûçegihaniyên welatê “Kenyayî” ku belavkirine, Hadî Ferecwend, Balyozê rejîma Îranê yê di wî welatî de, hewl dabû ku xwe nêzîkî berpirsên payebilind yên wî welatî bike û bi alîkariya van du girtiyên rejîmê yên ku bo encamadana kiriyarên terorîstî di vî welatî de hepsîne, wan bifiltîne û hêzên polîs yên “Kenyayî” jî ev hewla qirêj a Balyozê rejîmê perjrandin e.
Li gorî raporên belavbûyî, du hevwelatiyên “Kenyayî” xwe wekî berpirsên payebilind yên wî welatî ji balyozê rejîma Îranê re dabûne naskirin, û Balyozê rejîmê jî bo filtandina du endamên Spaha Qods ku ji ber kiryarên terorîstî di welatî de hepsî ne, pere ji wan berpisên “Kenyayî” re dabû.
Hikûmeta “Kenyayî” daye zanîn ku du endamên Spaha Qods a terorîst yên bi navên “Ahmed Ebulfethî Mihemed û Mensûr Mûsewî”, di sala 2012`an ji aliyê hêzên ewlehiyê yên “Kenyayî” hatibûne desteserkirin, û piştre ji aliyê dadgeheke wî welatî, cezaya heta hetayî ya girtîgehê bo wan hatibû birîn.