Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatê Misrê(Egypt) pêşî ji veguhastina nefta Îranê ji “Suez Canal” bo Sûriyê girit

11:51 - 15 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Hikûmeta Misrê (Egypt) di biryareke heyrîmayî de, pêşî ji gemiyên veguhastina nefta Îranê bo Sûriyê li riya “Suez Canal” girit û ev kiryara Misrê bo sebeb da ku rejîma Îranê nefta xwe li riya tankêran û li axa Îraqê bo Sûriyê vebiguhaze.

Li gorî rapora rojnameya “El-S`ûdiya Alan” a Erebistanê ku belavkiriye, dewleta Misrê (Egypt)  di hewleke heyrîmayê de,  pêşî ji gemiyên Îranê yên ku netfê bo Sûriyê vediguhezin giritiye, û di dawiya sala 2018`an de jî, rojnameya “Street Journal” raporek di vê derheqê de belavkiribû ku, Amerîkayê ji welatê Misrê(Egypt) daxwazkiriye da ku pêşî ji derbnazbûna gemiyên neftê yên Îranê ku li “Suez Canalne” neftê bo Sûriyê  vediguhesin bigire.

Ev hewla dewleta Misrê bûye sedem da ku rejîma Îranê bo veguhastina nefta xwe bo Sûriyê li axa Îraqê mifahê vebigire.

Li gorî rapora rojnameya “S`ûdiyayê”, ev hewla Misrê bûye sedem da ku Îran li riya axa Îraqê bo Sûriyê neftê vebiguheze û pêka vê raporê Îranê li riya Îraqê di heyama heftiyekê 1200 tankêrên petrol  bo Sûriyê vediguhese.

Pêka raporên belavbûyî hemû hewlên Sûriyê yên bo rizamendiya rayedarên Misrê bo veghastina nefta Îranê bo Sûriyê bê encam bûye, û Îranê mehê nêzîkî 2 milyon bermîlî neft bo Sûriyê vediguhese.

Çavkaniyeke Îranê di vê derheqê de di gotûbêja digel rojnameya “El-Exbar” de gotiye ku, pêşî giritina rayedarên Misrê li derbazbûna gemiyên neftê yên Îranê li “Suez Canal” erê kirine û Mêysem Sadiqî Şvêrmendê Wezareta Aborî ya Îranê jî, ji vê rojnamyeyê re gotiye ku: “Di heyamên derbazbûyî de jî, welatê Misrê, bi sebeba pêbendbûna bi dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li djî rejîma Îranê, pêşî ji derbazbûna gemiyên neftê yên Îranê bo Sûriyê girtibû.

Herwisa rojnameya “El-S`ûdiye Alan” jî nivîsiye ku, dewleta Sûriyê %40 ji nirxa serekî a nefta Îranê wê bide, çimkû Îranê hewcehî bi vê dahatê heye, û li gorî vê raporê jî, dibe ku, pêş ji dorpêçên aborî yên li dijî rejîma Îranê, hemû nefta ku bo Sûriyê hatiye veguhastin bê beramber be.