Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyek ji girtîgeha Îtila`atê ve bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin

12:35 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2021

Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, roja Duşemî 21`ê Pûşperê, welatiyek bi navê “Emîr Feramerzî”, xelkê Bokanê, ji girtîgeha Îtila`ata Urmiyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.

Ajansa “Kurdpa”yê daye zanîn, ew welatiye roja Yekşemî 1`ê Pûşperê, bi bê ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yê rejîmêve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Îtila`atê ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin

Tohmeta endamê girûpên olî bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin.