Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyek li bajarê Mihabadê bi sedema teqeya hêzên rejîmê canê xwe ji dest dide

17:35 - 13 Kanûna pêşîn 2020

Hêzên rejîma Îslamî ya Îranê di bajarê Mihabadê de hewl didan ku welatyekê binçav bikin, lê welatiyek yê bi navê “Selah Mihemedîeqdem” bi sedema teqeya hêzên rejîmê canê xwe ji dest dide.

Pêka zanyariyên ku gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê roja Yekşemî 23ê Sermawezê, li taxa “Kanî Sofî Reşîd” a bajarê Mihabadê, hêzên rejîma Îranê bi merema binçavkirina kesek yan çendîn kesan dirijnê ser mala welatiyekê ku hêj rohn nîne ew welatî kasbkar bûye yan jî her tiştek din û teqeyê ji wan welatiyan dikin.

Pêka zanyariyan piştî vê yekê ku hêzên rejîma li pey wan kesan dikevin û teqeyê ji wan dikin, nanvaxaneyek ku di 200 mitiriya wê malê de bûyê û piştî peyketina wan kesan û teqekirina her du aliyan kesek bi navê “Selah Mihemedîeqdem” kurê “Mistefa” ku kedkarê nanvaxanê bûye canê xwe ji dest dide.

Her di vê bûyerê de çend kesên din bi destê hêzên cinayetkar yên rejîmê birîndar dibin.