
Amar û rasiya qasê qurbaniyên Korona di Kurdistanê de ji aliyê rejîmê ve tête weşartin, û ev kesên ku bi sedema Korona yê canê xwe ji dast dane , ti zanyariyekê di vê derhrqê de ji aliyê rejîmê ve nayête belawkirin.
Di nexweşxaneya “ Tewhîd” a bajarê Sine keçeke temen 27 salî, ku du rojan berî tûşbûn bi nexweşiya Korona di nexweşxaneyê de hatibû razandin, canê xwe ji dest da, û heraseta nexweşxaneyê termê wê gel xwe birin e.
Ew nexweşên ku bi sedema nexweşiya Korona têne razandin, nexweşxane navê wan di lîsta nexweşan de nanivîse û tenê nexweşên asayî navê wan di lîstê nesaxan de heye.
Li gorî zanyariyan, di her beşeke nexweşxaneyê de navê nexweşan nivîsîn e, lê ew kesên ku tûşî Korona yê bûne tenê heraseta nexweşxaneyê navê wan dizane.
Heya niha bi fermî li çendîn parêzgehên Îranê, bas li hebûna vîrûsa korona hatiyekirin.
Karbidestên rejîma Îslamiya Îranê di derbarê tûşbûyên bi nexweşiya korona zanyariyekî rast belaw nakin, ev yek jî nîgeraniyeke micid di nav xelkê de afirandiy e.
Heya niha di amara qurbaniyên Korona yê di Îranê de zanyariyekî rast di ber dest de nîne.