Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyeke Îranî li Îsraîlê bi sûça sîxurî hat bincavkirin

14:21 - 30 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyeke Îran bi sûça sîxurî bo rejîma Îranê li balafirxana “Bin Gûryon”a Tal Awiyo a Îsraîlê het girtin.
Li gor rapora radyoa Feransê û rêxistina Îtilat û Ewlehiya hundirî Îsraîlê, roja Yekşemî 29’ê Îlona 2013’an, hemwelatiyekî Îranê û akinciyê Îsraîlê bi navê “Elî Mensûriyan” bi sûça sîxurî bo rejîma Îranê hat girtin.
Çavkaniya han ragihand, hevwelatiyê Îranî tevî xwe wênên balyozxaneya Amerîka li Til Awiyo habûne û li balafirxana “Bin Gûryon”a Tal Awiyo a Îsraîlê ji aliyê hêzên ewlehiyên Îsraîlê ve hat girtin.
Di vê pêwendiyê de, rêxistina Îtilat û Ewlehiya hundirî Îsraîlê bilav kir, ku ew Îraniye xwediyê paspurta Biljîkê bûye û ji aliyê hêzên Quds a Sipaha Pasdarên rejîma Îslamiya Îranê ve bo Îsraîlê rêkiribûn.
Ew kese heta niha çendîn me’mûryet ji aliyê Sipaha Quds (xaşa derveyî sînor a Sipaha Padarên rejîma Îranê) ku karê wan terorîstiye, kirin e.
Hevwelatî Îranê yê han bi huwyeta xaricî û bi navê muste’ar “Alêks Mans” çûye Îsraîlê.