Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd cezaya bidarvekirinê bi ser de hat sepandin

18:33 - 25 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî Kurd bi navê Azad Etmanî ji aliyê dedigeha Înqilaba rejîma Îranê ve bi tometa “Dîport kirina hevwelatiyên biyanî”, ceza îdamkirinê bi ser de sepa.
“Nawenda mafê mirov a Selmasê” bilav kir, “Azad Edmanî” kurê Efrûz û temen 32 salî û xelkê gundê “Dişvan”a ser bi devera Selmasê, ku li heyva Hezîrana 2013’an, ji aliyê îdareya Îtilata vî bajarî ve hatibû girtin, bi tometa “Dîport kirina hevwelatiyên biyanî li ser sînorê Îran û Turkiyê”, cezaye bidarvekirin bi ser de sepa.
Azad Etmanî a niha li girtîgeha naweniya Urmiyê de ye û piştî wê cezayê, tirsa bidarvekirinê bi ser de ye.
Ji aliyek din ve jî zîndaniyekî din ê Kurd bi navê Hebîb Etmanî kurê Ceifer û temen 28 sal, ku li gel Azad Etmanî hatibû girtin, rewşa wî narûn e û heya niha jî ji mafê destbêregehîştin bi dadwer (Wekîl) û dîtina malbata xwe bêpar e.