Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

­­­Welatiyekî Kurd li bajarê Dêulanê hat girtin

22:35 - 7 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî Kurd bi navê “Elî Xalidiyan” xelkê bajarê Dêulanê ji aliyê hêzên ewlehiyên vî bajarî ve hat destbiser kirin.

Kempêyîna berewanî li girtiyên siyasî û sivîl bilavkir, roja sêşemî 6’ê Tebaxa 2013’an, hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Dêulanê welatiyekî Kurd bi navê “Elî Xalidiyan” xelkê vî bajarî girt û bo ciheke nediyar veguhastin.
Heya bilav bûna vê nûçeyê tu agahiyek li sedema girtina hevwelatiyê han ji aliyê dezgeha ewlehiya rejîma Îslamiya rejîma Îslamiya Îranê ve nehatiye ragihandin, lê çavkaniyên nûçan sebeba destbiser kirina “Elî Xalidiyan” tometa ewlehî ragihandin.
Li gor amara hatî tomar kirin li malpera Kurdistanmedia, li dest pêka meha Gelawêja îsal a rojî heya îro 7’ê Tebaxa 2013’an, 27 kes bi sûçên cûr ba cûr “ewlehî, çalakvanê siyasî û çalakî dijî nîzam”ê hatine girtin. 10 kes ji wan girtiyane kolber bûne û di dema kolberî li sînor ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine destbiser kirin.