Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd xelkê Şinoyê ji aliyê hêzên Îtilatê ve hat girtin

14:55 - 1 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî Kurd xelkê bajarê Şinoyê serbarî lêgerîna mala wî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilata vî bajarî hat binçav û destbiser kirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja sêşemî berwar 30’ Tîrmeha 2013’an, “Ebûbekir Merûfî” kurê “Hacî Qadir” ji aliyê hêzên îdareya Îtilata rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Şinoyê, li navê mala xwe de hat girtin.
Ebûbekir Merûfî di dmekê de ku li mala xwe de tê girtin ku ji aliyê hêzên Îtilata rejîma Îslmaiya Îranê ve bêrêziyekî zor bi wî û malbata wî hatiye kirin û paşan destbiser kirine.
Heya bilav bûna vê nûçeye tu zanyariyek li sebeb û cihê ragirtina Ebûbekir Merûfî ji ber dest nine.