Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd xelkê Urmiyê li girtîgeha Erdebîlê hat darlixandin

14:52 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Hemze Sebûrî hevwelatiyekî Kurd xelkê devera Deşta bajarê Urmiyê li girtîgeha nawendî a bajarê Erdebîlê bidarvekirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja sêşemî 9’ê Tîrmeha 2013’an Hemze Sebûrî kurê Kerîm û xelkê gundê “Dezgir”a devera Deşta bajarê Urmiyê li zîndana Erdebîlê îdamkirin.
Hemze heyamê du salan li girtîgeha Erdebêlê bû û termê wî radestê malbata wî kirin.
Li destpêka meha Pûşpera 1392’an a rojî heya niha 9 hevwelatiyên Kurd li girtîgeha Kirmanşan, Urmiyê û Erdebîlê hatine bidarvekirin.
Berwara 4’ê Tîrmeha 2013’an, li girtîgeha Urmiyê Cîhandar, Mîrzayî, Îsmayîl Baduyî û Salih Qerietî navê 4 kes ji 5 kesên ku hatine darlixandin.
Her divê pêwendiyê de 8’ê Tîrmeha 2013’an de 3 welatiyên din ê Kurd li girtîgeha Kirmanşanê dervekirin ku du kes sûça wan qetil bû.
Li gor nûçeyan ku li çavkaniyên mafê mirov hatine bilavkirin, li destpêka meha Pûşpera 1392’an a rojî, heya niha pitir ji 60 kes li girtîgehên rejîma Îslamiya Îranê de hatine bidarvekirin. 12 kes ji wan îdamiyane hemwelatiyên Efxanî bûn.