Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyên bajarê “Kamêran”ê û derdorên wî bajarî beşdariya serxweşiya şehîd “Heyder Qurbanî” kirin

12:39 - 21 Kanûna pêşîn 2021

Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê welatiyên bajarê “Kamêran” û derdorên wî bajarî tevî gef xwarinên hêzên ewlehî di sersaxiya şehîd “Heyder Qurbanî” de beşdarî kirin û hevxemiya xwe digel malbata şehîd “Heyder Qurbanî” şehîdê rêya rizgariya Kurdistanê nîşan dan.

Pêka zanyariyan, beşdarbûyên sersaxiya “Heyder Qurbanî” bi eşkere li beranber hêzên ewlehî yên ser bi rejîmê gotine: “Şehîd Heyder xortê me ye û em dê rê û rêbaza wî bidomînin.”

Şehîd “Heyder Qurbanî” kurê “Elî Qurbanî” rêkevta 20`ê Rezbera sala 1395`an a Rojî, bi tawana beşdarî di tevgera mafxwaziya xelkê Kurdistanê ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve bo girtîgehê hate birin û di sipêdeha roja Yekşemî 28`ê Sermawezê di girtîgeha bajarê “Sine”yê de cezayê îdama wî nîştimanperwer û azadîxwazê hate cîbicîkirin.