Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyên bajarê Sinê li ber deriyên parêzgehê nazizayetiya xwe bo astengiya ava xwarinê derbirîn

15:52 - 18 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Akinciyên taxa Ferheniyana Nayîser a bajarê Sinê seba kêmbûna ava xwarinê li ber deriyê parêzgeha bajarê Sine kom bûn narizayetiya xwe derbirîn.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, 50 kes ji akinciyên taxa Ferhengiyana Nayîserê bi nûnerayetiya xelkê vî taxî, li ber deriyê parêzgeha bajarê Sinê kom bûn û xwazyarê bersivdana karbidestan bûn bo astengiyên ava xwarinê.
Her divê pêwendiyê de hevwelatiyên narazî ragehandin, eger moşkilatên ava Ferhengiyana Nayîserê çareser nebe emê rêkek din bigirine ber.
Taxa Ferhengiyana Nayîserê mehekê zêdetire moşkila ava xwarinê hene û akinciyên vî taxî bi neçarî avê dikirin.
Karbidestên parêzgeha bajarê Sinê soza dane astengiya ava xwarinê çareser bike, lê hemwelatî li ser vê bawerê ne piştre jî ev sozane hatine dan û tu karek bo nehatiyekirin.