Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wênegirtina beşek ji fîlma “Ç” di nexweşxaneya Pawe de nerazîtî pêkanîne

15:36 - 4 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Wênegirtina beşek ji fîlma “Ç” di tenê nexweşxaneya Pawe de, bi teqandina gulleyên meşqî û teqandina narincekan ji bo pêkanîna rewşa şerr, bûye seba nerzîtiya karkerên nexweşxaneyê.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, di rojên 31’ê Tîrmhê û 1’ê Tebaxa 2012’an, hin beşên fîlma “Ç” di tenê nexweşxaneya bajarê Pawe de hat wênegitin û pirsgirêkên zêde ji hat û çû, nesax û karkerên wê nexweşxaneyê re pêkanîne.
Ji bo wênegirtina wê fîlmê, tîma çêkerên fîlma “Ç” bi hevkariya Sipasha Pasdaran bi armanca pêkanîna rewşa şerr, dest bi teqandina gulleyên meşqî û narincekan kirine ku bûye seba nerazîtiya xelkê û karmendên nexweşxaneyê.
Sedan kes ji xelkê Pawe, Newsûd, Nûdşe, Bayngan û gundên derdor rojane seredana wê nexweşxaneyê dikin û di dema wênegirtina wê fîlmê de pirraniya jorên nexweşxaneyê tijî nesax û hin nesax di jorên emeliyatan de ne û hin zarokê jî teze ji dayîk dibin.
Fîlma “Ç” ku bi derhêneriya “Îbrahîm Hatemîkiya”, jiyannameya “Mistefa Çemran” dike fîlm.

Mistefa Çemran heyamekê Wezîrê Şerr yê rejîma Îranê bûye û yek ji Fermandeyên Sipaha Pasdaran jî bûye ku di şerrê vergirtina bajarê Pawe de beşdar bûye.
Rejîma Îranê ji bo tunekirina tevgera Millî – Demokratîk a Kurdistana Îranê, fîlmek din jî li jêr navê “Şor Şîrîn” çêkir û di sînemaya Îranê de belav bû.
Xelkê pêşvazî ji wê fîlmê nekir û di 17 rojan de tenê 65 milyon Tûmen hat firotin. Eva di halekê de bû ku ji bo çêkirina wê fîlmê nêzîkî milyardek Tûmen hat xerckirin.
Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê