Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wergirtina 700 hezar Tûmen dirav ji dersxwanên gundekî devera Pîranşehrê

19:54 - 28 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Dersxwanên gundekî devera Lacana Pîranşehrê, seba kêm deramedî û hejariya malbata wan û daxwazkirina dirav ji aliyê berpirsên xwendingehê ve, gefa derkirina wan li ser e.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, berpirsê xwendingeha gundê Girdkaşanea devera Lacana Pîranşehrê, seba evê ku 700 hezar Tûmen dirav qerzdar bûye ev hinde dirave ji dersxwanan wergirtiye û gefa derkirina ji wan dersxwanane xwariye ku eger ev hinde dirave nedin.
Hemwelatiyekî hayîdarê vê meselê bi nûçegihaniya Kurdistanmedia ragihad: Di destpêkê de 300 hezar Tûmen û paşan 400 hezar Tûmen ji wan dersxwanane wergirtiye, li demekê de ku piraniya malbatan tewana dabînkirina ew hine dirave tûninin û gefa derkirina zarokên wan di xwendingehê de li gorê de ye. Li debistana Girdkaşane ê de 150 dersxwan mêjûlê xwîndinê ne.
Karzanê varê perwerde li ser vê bawerê ye, rejîma Îslamî ya Îranê siyaseta nehêştina gelê Kurd di Kurdistana Rojhelatê de girtiye ber ku dersê nexwînin û nexwendewar bimînin û dixwaze ji rêya givaşa abûrî ve vê siyasetî cîbicî bike.

Piştre jî malpera Kurdistanmedia nûça wergirtin 500 hezar Tûmen ji dersxwanên gundê Qişlaxa Pirda ser bi devera Serşêwa bajarê Seqizê bilav kiribû.
Li gor benda yeka madeya 26\'a ragihandina Cîhanî a mafê mirov bo perwerde û hînkirinê aliyê kêm dibe perwerdeya destpêkî û nawendî bê hemberî bo dersxwanan terxan bike.
Beşa A benda 2\'a madeya 13\'a danezana gerdûniya mafên abûrî û civakî û perwerdeya bê beramber ku Îranê sala 1354\'a Rojî naveroka wê danezanê pejrand, dibêje: Perwerde û hînkirina destpêkî dibe îcbarî û bê beramber be û hemû civak bi asanî bikarin ji vê mefah wergirin.
Her wusa di benda duyema esla sêyema yasa bineretî ya Îranê de hatiye: Dewlet erkdar e hemû îmkanata perwerde û hînkirinê bo hemû astek û qonaxên xwîndinê dabîn bike û herwuha li esla 30\'a yasa bineretiya Îranê dibêje: Dewlet erkdare hevceyên perwerde û hînkirina bê beramber bo hemû xelkek heya dawiya qunaxa amadeyî dabîn bike û xwîndina bilinda jî heta asta xwebijeya welat bi awayeke bê beramber girîngî didetê.
Di Îrana jêr destelatdariya rejîma Îslamî de, tû ji wan yasayane nehatine cîbicîkirin û bigre rejîma Îranê xwe rêxweşker û sedema serekî ya binpêkirina yasaya navdewletî û heta ku yasayên xwe ye jî.