Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wergirtina dirav ji dersxwanên Kurd li Kurdistana Rojhelatê berdewam e

13:33 - 11 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanemdia: Ew qiyas diravê ku ji dersxwanên Kurd li Kurdistana Rojhelatê bi armanca kirîna sûtemenî tê wergirtin, berpirsên perwerdê bo sefera Rahyanê Nûr mefah werdigrin.
Li gor nûçeya malpera Kurdisdtanmedia, berpirsên xwendingehan û îdareya perwerde û hînkirinê li bajarên Sine, Kamyaran, Mûjij bi zorî û gefa derkirinê, pere ji dersxwanan werdigrin û her kes ew qase dirave ku bo her qutabiyek hatiye diyar kirine, nedet, ewa tevî derkirin ji xwîndinê rûderû dibe.
Hevwelatiyek di vê pêwendiyê de bi Kurdistanmediaê ragihand: Bepirsên perwerdeya rejîma Îslamî ya Îranê di wan 3 bajarane de diravê bi zorî bo dabînkirina şewatê û hevceyên din ên dersxwanan werdigre, lê li cihê kirîn û dabînkirin wan pêdawîstane, zarokan bo çûn bo sînoran û dîtina asewarên şerê 8 saliya Îran û Îraqê li jêr navê Rahyanê Nûr naçar dikin.
Hemwelatiyê han ku nedixwast navê wî eşkere be, ewa jî anî ser ziman: Ji her dersxwanek 150 hezar Tûmen dirav bo dabînkirina sûtemenî tê wergirtin, lê ew dirave xercê sefera Rahyanê Nûr tê kirin.
Li gor rapora han, xwendingehên Sine, Kamyaran, û Mûjij, serbarî wergirtina diravê bi zorî bo şewatê, di heftiyekê de 4 roj şofajan bo dersxwanan hildikin û rojên din ên heftiyê qutabî di sirê de dirêje bi xwîndinê didin.
Heya niha malpera Kurdistanmediaê nûçeya wergirtina pere ji dersxwanên bajarên Merîwan, Riwanser, Seqiz, Sine, Kamyaran, Pîranşehr, Bokan û Urmiye bilav kiriye.
Rejîma Îslamî ya Îranê siyaseta nehêştina gelê Kurd di Kurdistana Rojhelatê de girtiye ber ku dersê nexwînin û nexwendewar bimînin û dixwaze ji rêya givaşa abûrî ve vê siyasetî cîbicî bike.
Li gor benda yeka madeya 26\'a ragihandina Cîhanî a mafê mirov bo perwerde û hînkirinê aliyê kêm dibe perwerdeya destpêkî û nawendî bê hemberî bo dersxwanan terxan bike.
Beşa A benda 2\'a madeya 13\'a danezana gerdûniya mafên abûrî û civakî û perwerdeya bê beramber ku Îranê sala 1354\'a Rojî naveroka wê danezanê pejrand, dibêje: Perwerde û hînkirina destpêkî dibe îcbarî û bê beramber be û hemû civak bi asanî bikarin ji vê mefah wergirin.
Her wusa di benda duyema esla sêyema yasa bineretî ya Îranê de hatiye: Dewlet erkdar e hemû îmkanata perwerde û hînkirinê bo hemû astek û qonaxên xwîndinê dabîn bike û herwuha li esla 30\'a yasa bineretiya Îranê dibêje: Dewlet erkdare hevceyên perwerde û hînkirina bê beramber bo hemû xelkek heya dawiya qunaxa amadeyî dabîn bike û xwîndina bilinda jî heta asta xwebijeya welat bi awayeke bê beramber girîngî didetê.
Di Îrana jêr destelatdariya rejîma Îslamî de, tû ji wan yasayane nehatine cîbicîkirin û bigre rejîma Îranê xwe rêxweşker û sedema serekî ya binpêkirina yasaya navdewletî û heta ku yasayên xwe ye jî.