Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wergirtina dirav ji şagirdên Kurd bû cihê narizayetiya xelkê Nexedê

12:17 - 24 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Îdareya Perwerde û Hînkirina bajarê Nexede li parêzgeha Urmiyê, daxwaza 100 hezar Tûmen ji her dersxwaneke vî bajarî kiriye û ewa jî bû cihê narizayetiya xelkê vî bajarî.
Li gor rapora Kurdistanmedia, îdareya Perwerde û Hînkirina bajarê Nexede ragihandiye ku her şagirdek dibe qasê 100 hezar Tûmen bo xwendingehan bide û eger ew dersxwanane ew qase dirave nedin tirsa derkirina wan heye.
Hemwelatiyeke hayîdarê wê meselê bi malpera Kurdistanmediaê ragihand: Daxwazkirina ew qas dirav û gefa derkirina dersxwanan ji egera nedana ew dirave, bû cihê narizayetiya xelkê û serbarî dûrdeçûna xelkê û dayîk û bavê şagirdan bo îdareya Perwerdê û Hînkirinê ji ber helweşana ew dirav, lê tû encame nebûye û bersiva kesê nedan e.
Şahîdê han ku nedixwast navê wî eşkere be, da zanîn: Îdareya Perwerde û Hînkirina bajarê Nexede pitir givaşê bo şagirdên Kurd tîne û herwisa li deverên Kurdakincî li varê xizmetguzarî a perwerdeyî jî feqîrtir û hejartir in.
Givaşa abûrî û kêm dahatî û hejarî a piraniya malbatan ji bo dabînkirina ew qase pereye û di encam de destkêşandin ji xwendinê, siyaseteke ku rejîma Îslamî ya Îranê çendîn sal e li Kurdistana Rojhelatê girtiye ber û bi awayekê dixwaze asta xwedewariya gelê Kurd li Kurdistanê û Îranê de kêm bike.

Malpera Kurdistanmedia heya niha nûça wergirtina diravê bizorî ji dersxwanên bajarên Urmiye, Merîwan, Riwanser, Nexed, Şino, Pîranşehr, Bokan, Ciwanro, Seqiz, Sine û Kamyaranê bilav kiriye.