Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Werzişa leşciwaniyê bo jinan ji aliyê Serokê Fidrasyona leşciwaniyê ya Îranê ve hate qedexe kirin

12:33 - 4 Gulan 2022

Serokê Fidrasyona leşciwaniyê ya rejîma Îranê gotiye ku werzişa leşciwaniyê bo jinan qedexeye û dê li hember ew kesên ku mijûlê vê werzişêne rawestin.

Serokê Fidirasyona werzişa leşciwaniyê ya rejîma Îranê “Ebdulmehdî Nesîrzade” gotiye ku: “ dê li hember wan jinan rawestîn ku mijûlî werzîşa leşciwaniyê ne yan jî di vê rişteyê de çalakin û ew werziş di Îranê de qedexeye.”

Di meha Befranbara sala 1400an a Rojî Wezareta Werzişa Îranê nameyek bo îdareya giştî a werzişê di tev parêzgehan şandiye ku divê tev werziş û çalakiyên jinan di warê werzişa leşciwaniyê heta dema diyarî kirî bête qedexe kirin.

Ew qedexe kirin di demekê deye ku di sala 1392an a Rojî îzinnameya beşdarîkrina jinan di rişteya leşciwaniyê hatibû danê û herwisa ji sala 1395an ve jî jinan di Îranê de dikarîn di rişteya Guleştanê de çalak bin, lê di niha de karbidestên rejîmê bi dijî biryarên xwe emel dikin.

Tev cehda rejîma Îranê eva ye ku kar û çalakiyên jinan di Îranê de sînordar bike û rê nede ku jin bikarin di civakê de û di warê cuda de xwe bidine xuyakirin.