Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Werzişwanên kurd li çendîn beşên werzişî di Îranê de pileya yekem bidest anîn

19:04 - 29 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Werzişvanek kurd li werzişa rewînê (hilatinê) pileya yekem di Îranê de bi dest anî, û her di vê demê de jî nûciwanekî kurd di Jiminastîkê de pileya yekem bi dest anî.
Mîlad Seyar werzişvanê kurd û xelkê Sinê, li beşa werzişî ya hilatinê, karî di asta Îranê de pileya yekem bo xwe bi dest bîne.
Her di vê demê de jî werzişvanek din yê kurd û xelkê bajarê Seqizê bi navê Armîn Kazimî karî pileya yekem li beşa Jiminastîk ya nûciwanan li asta Îranê de bi dest bîne.
Tîma werzişî ya jinên parêzgeha Kimanşan jî li beşa “Ragibî” li asta Îranê de karîn bi 36 xalan pileya yekem bi dest bînin.