Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Weşana kanala “Elalem”a Îranê li mahwarek din de hat sekinandin

16:15 - 2 Adar 2013

Kurdistanmedia: Paş dorpêçên Yeketiya Ewropa û Kongireya Amrîka yê bo ser nawenda deng û renga komara Îslamîya Îranê, kompaniya “Yutêl Sat” weşana kanala “Elalem”ê li mahwereya “AB7”ê ragirt.
Kompaniya Firansê “Yutêl Sat” li 1’ê Adar a 2013, weşana kanala “Elalem” bo demeke nediyar ragirt.
Mahwareya “Yutêl Sat” sebebê ragirtina kanala Elalemê ragehand bo berçavnegirtina rêkevtinên Navdewletî li dijî rejîma Îranê.
Kanala Elalem kanaleke bi zimanê Erebî û nawenda vê li bajarê Taranê de ye.
Heyamek berî niha mahwareya “Nayîl Sat” weşana kanala “Elalem” bi giştî li vê mahwarê de ragirtibû.

Her di vê pêywendiyê de 15’ê Çiriya Pêşên a 2012’an, 19 kanalên ser bi rejîma Îslamiya Îranê li ser mahwareya “Hatbêrd”ê hatibû ragirtin.