Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Weşartina rastiya tûşbûna dehan kesan bi Kironayê di Îranê de ji aliyê rejîmê ve

11:27 - 20 Şibat 2020

Piştî belavbûna nûçeya mirina 2 kesan li bajarê Qumê bi sedema vîrûsa Kironayê, çendîn rapor û wêne û vîdiyo li torên civakî de belav bûn, ku bas ji tûşbûna gelek kesan bi wê vîrûsê dikin.

Li bajarê Tehranê, tête gotin dehan kes tûşbûne û niha li jêr çavdêriya pizîşkî û di qerentînê de ne.

Şeva derbasbûyî çend kes bo qerentîna nexweşxana Fermaniya a bajarê Tehranê hatine veguhastin.

Herwisa pêka raporeke dine, li bajarê Qumê, 6 kes ku halê wan nebaş bû, di qeretînê de bûn, egera hindê heye ku şeva derbasbûyî miribin.

Tête gotin 25 kesên din şeva derbasbûyî li bajarê Qumê bo qerentînê hatine veguhastin.

Tête zanîn rejîm naxwaze rastiya wê Faci`ê belav bike, daku bandorê li ser dorên ser sindoqan nedanê.

Pêka raporên weşartî yên Wezareta Saxlemî ya rejîmê, heya niha di Îranê de sedan kes tûşê Kironayê bûne.

Îro rêya Tehran bo Qumê hate girêdan, tev îdare û dibistan, zanîngeh û navendên perwerdehiyê hatine daxistin.

Rejîm bê evê ku rabigehîne, qerargeha rewşa awirte ya Kironayê bi serperestiya Wezîrê Saxlemiyê pêk hatiye.

Desthilatdarên rejîmê heya piştî şanoya hilbijartinê, biryar dane rastiyan belav nekin,

Lê dehan Sazî û Navendên Medenî û Civakî, daxaz ji xelkê kirine rênimayiyên xwe parastinê berçav bigrin.

Wekî: Neçine cihên qerebalix, maskan bidine ber devê xwe, xwe ji maçkirina kesên din biparêzin, alav û tiştên giştî bikar nehênin, bi çi curekê neçine nava dora hilbijartinan, tilya xwe di nava hibra dengdanê nedin, Otubûsan siwar nebin, neçine salon, talar, mizgevtan.

Çimkî rejîm di xema ti kesekê de nine, û rastiyan nabêje, herwek çawa heya niha amade nebûye rastiya amara qurbaniyên meha xezelwerê eşkere bike, amade jî nebûye sindoqa reş a balafira Ukraynî radest bike, heta ku rastîya çawa xistina wê eşkere nebe.

Lewma bê guman bo dirêjbûna dora ser sindoqan hekî hewce be amadeye canê hemû xelkê Îranê bêxe metirsiyê û rastiyan nabêje.