
Wezareta Derve a Amerîkayê, bi hilkefta 41`emîn salvegera şoreşa 57 a xelkê Îranê bi weşana peyamekê nivîsî: “Eve 41 sal e ku ji destpêka şoreşa Îslamî derbas dibe, rejîma Îranê tenê teror, gendelî, serkut, barimtegirtin, zêdexwaziyên etomî, teqeya mûşek û 41 sal zilm bo hevwelatî û cîranên xwe afirandî ye”.
Wezareta Derve a Amerîkayê di parek ji peyama xwe de ku şeva Sêşemî 22`ê Rêbendanê di hesaba xwe a Twitterê de bi zimanê Farsî weşandiye nivîsî ye: “Xelkê Îranê şiyana paşerojekê ne ku wekî derbasbûyî pir ji şanazî be”.
Herwisa Wezareta Derve a Amerîkayê, di peyameke din de bi hilkefta salvegera Şoreşa 57`an di Îranê de nivîsî: “41 sal e ku xelkê Îranê ji hakimiyeta Komara Îslamî êş û janê dibînin. Xelkê Îranê nabe heta saleke din jî şikest û bêencamiyan qebûl bikin. Amerîka li tenişta xelkê Îranê bo hêviyên wan bo paşerojeke rohn digel wan de ye”.