
“Îmarata Yekgirtiye Erebî” di berteka gefên berpirsên rejîma Îranê de, derheq asayîkirina pêwendiyên xwe digel “Îsarîl”ê de, balyozê rejîma Îranê yê di wî welatî de, gazî kir û berteka xwe bi awayê nivîskî, radestê balyozê rejîma Îranê kir.
Pêka nûçegihaniyên Îmaratê, gazîkirina balyozê Îranê piştî gotinên “Hesen Rûhanî” û fermandeyên Spaha terorîste Pasdaran û hindek din ji berpirsên wê rejîmê, derheq asayîbûna pêwendiyên Îmaratê digel Îsaraîl ê de, bûye.
Wezareta Derve a “Îamarata Yekgirtiye Erebî”, daxuyaniyên bi gef yên berpirsên rejîma Îranê, neberpirsane daye zanîn û ragihandiye ku, ew dikare bibe sedema aloziyê di deverê de.
Di axivtina herî nû ya berpirsên rejîma Îranê de, Berpirsê Sitada giştî ya hêzên çekdare rejîmê, “Mihemed Baqirî”, di roja Yekşemî, 16ê Tebaxê de, rexneyên tund derheq pêwendiyên Îmarat û Îsraîlê girtin û hişdarî da ku, ji niha pêve, hêzên leşkerî yên Îranê, dê bi çavekî dinê, bera xwe bidne Îmaratê.
Navbirî bas ji wê yekê kiriye ku, hekî di kendavê de, bûyerik biqewime û derb bi ewlehiya rejîma Îslamî a Îranê bikeve, berpirsiyar Îmarat e.
Roja Pêncşemî, 13ê Tebaxê, “Îmaratên Yekgirtiye Erebî” û Îsraîl, derheq asayîkirina pêwendiyên xwe, rêkevtinek îmze kiribûn.
Piştî wê lihevkirnê, berpirsên rejîma Îranê û Spaha terorîste Pasdaran, çendîn caran gefên tund bi dijî Îmaratê xwarine û pêwendiyên Îmarat û rejîma Îranê êdî ketiye qonaxeke din.