Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Derve ya Amerîka: “Biden Spaha Quds a rejîma Îranê bi girûpek terorîstî nas dike”

17:25 - 9 Nîsan 2022

Roja Înê 8ê Nîsanê, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê “Jalina Porter” got: “Serkomarê Amerîkayê Joe Biden li ser wê bawerê ye ku Spaha Quds a rejîma Îranê rêkxirawek terorîstî ye”.

Herwisa “Jalina Porter”ê gotiye: “Dikarim bibêjim ku Serkomar digel Serokê Stada Hevpar a Artêşa Amerîkayê li ser terorîstbûna Spaha Quds hevhizir in”.

Gotinên “Jalina Porter” di halekê de ye ku Serokê Stada Hevpar a Artêşa Amerîkayê General “Mark Milly” di civîna Komîteya Leşkerî ya Senaya Amerîkayê de gotibû ku ew “pêştevaniyê ji reşkirina navê Spaha Pasdaran ji listê girûpên terorîstî nake û li ser vê bawerê ye ku Spaha Quds girûpek terorîstî ye”.