Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Derve ya Amerîka: “Xamineyî tenê dizane bide xuya ku Bisilmanan jêre girîng in”

12:34 - 9 Îlon 2020

Wezareta Derve ya Amerîkayê di Twitterekê de nivîsî: “Xamineyî rêberê rejîmê tenê dizane bide xuya ku Bisilmana jêre girîng in û hêzên wî di tev Rojhilata Navîn de hezaran Bisilman kuştine.”

Roja Sêşemî 19ê Xermananê Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsî ku: “Gelo heta niha Xamineyî li dijî serkuta hovane ya Rûsiyê li dijî Tataran li “Kirîm”e di bin dagirkariya Rûsiyê de li dijî Potîn nerizayetiyên xwe nîşan daye? Gelo heta niha Xamineyî, Partiya Komonîst a Çînê bo hepsa milyonan Bisilman di kempên kar di “Sîn Kiyang”ê de şermezar kiriye?

Wezareta Derve ya Amerîkayê di berdewamiya Twittera xwe de nivîsiye: “Nexêr tenê Xamineyî dide xuya ku Bisilman jêre girîng in û hêzên wî sedan hezar Bisilman di tev Rohilata Navîn de kuştine û hezaran kes jî binçav kirine. Welatên Bisilmanan nabe ti carî dujminayetiya wê rejîmê li hember Bisilmanan jibîr bikin.”