Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Derve ya Amrîkayê bûyera benda 350 a girtîgeha Êwînê protesto kir

16:25 - 26 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Wezareta Karubarê Derve yê Amrîkayê, êrîşa hêzên Sipaha Pasdaran û hêzên îdareya Îtilatê bo ser benda siyasî a girtîgeha Êwînê mehkûm kir.
Li gor rapora Kurdistanmedia, Alan Eyre berdevokê Farisî ziman yê Wezareta Derve yê Amrîkayê, di daxuyaniyekê de, êrîşa wan dawiyane ya hêzên Ewlekar û Sipaha Pasdara bo ser benda 350 a zîndana Êwînê li bajarê Tehranê protesto kir.
Alan Eyre di vê daxuyaniyê de ku li rûpela xwe ya Facebokê bilav kiriye,êrîşa hêzên rejîmê bo ser girtiyan wekî tunûtîjî bi nav kir, û ew êrîş şermezar kir, û xwazyarê vê yekê ye ku bikerên vê êrîşê radestî dadperweriyê bêne kirin.
Sibêdeya roja Pênçşemî 17’ê Nîsan a 2014’an, benda siyasî ya zîndana Êwînê li bajarê Tehranê, bû armanca êrîşên hêzên leşkerî yên îdareya Îtilat û Sipaha pasdar ên rejîma Îslamî ya Îran û 32 girtiyên siyasî ku piraniya wan birîndar bûn, bo cihê takekesî veguhastin e.