Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Derve ya “Swêd”ê careke din daxwaz ji welatiyên xwe kir ku serdana Îranê nekin

18:15 - 24 Hezîran 2022

Wezareta Derve ya “Swêd”ê di duyemîn daxuyaniyekê de careke daxwaz ji welatiyên xwe kir ku bi sedema pirsgirêkên ewlehî, xwe ji serdana Îranê biparêzin.

Wezareta Derve ya “Swêd”ê li 23ê Hezîrana 2022 (23 June 2022) li derheq helwistên rejîma Îranê li dijî Swêd û welatên Ewropayê li hember dadgehîkirina kesekî Îranî yê bi navê “Hemîd Nûrî”, daxwaz ji welatiyên xwe kir ku ji serdan bo Îranê xwe biparêzin.

Ew cara duyem e ku welatê Swêdê daxwaz ji welatiyên xwe dike ku serdana Îranê nekin.

Du mehan berî niha û heftiyek piştî daxwazkirina welatê Swêdê ji welatiyên xwe, mediyayên Swêdê ragihandibûn ku rejîma Îranê geştiyarekî Swêdî di dema hatin jî Îranê binçav kiriye.

“Hemîd Nûrî” yek ji wan kesa ye ku di îdamkirina girtiyan li girtîgeha “Gewherdeşt”ê di dehika 60an de rolek bingehîn hebûye.