Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Rê û Bajarsazî: Îran ji bo Sûriyê nêzî 30 hezar avahiyan ava dike

17:10 - 2 Şibat 2020

Cihgirê Wezîrê Rê û Bajarsazî ê rejîma Îranê, Mehmûd Mehmûdazade, daye zanîn, ku digel rejîma Sûriyê rêketine ku ji bo Sûriyê 30 hezar avahiyan ava bikin.

Mehmûdzade, roja Yekşemî 13`ê Rêbendanê, di civîneke rojnamevanî de bi îşarekirin bi rêketina di navbera Wezîrê Rê û Bajarsazî ê rejîma Îranê û Wezîre Avahî ê rejîma Sûriyê got: “Li gor ku biryar hatiye standin, wê 3 kompaniyên her du welatan ji bo pêkanîna rewşeke baş bo beşdariya sermayedaran û kesên ku mercên pêwîst hene, tev bigerin. Armanc ev e ku ew kes di warên bînasazî, rê û ban û endazyariyê de hevkar bin”.

Navbirî navê wan sê kompaniya neda zanîn, lê di berdewamiyê de got: “Ti sermayeguzariyek ji aliyê dewleta Îranê ve bo vê terhê nehatiye kirin, û tenê bazara karî bo para taybet dê hebe”.

Berê jî Wezîrê Perwerde û Hînkarî yê rejîma Îranê li derheq vê ku dê Îran piştevaniya malî di warê ji nû ve avakirina dibistanan di Sûriyê de bike, bertek nîşandaneke zêde li pey xwe hebû.

Rejîma Îranê yek ji piştevanê sereke ê rejîma Beşar Esed e, û ji warê siyasî, leşkerî û aborî ve piştevanê rejîma Beşar Esed bûye û darayiya Îranê di wî welatî de terxanê kiryarên terorîstî dike.