Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê li derheq belavbûna nexweşiya Kolêrayê hişdarî da

12:00 - 20 Hezîran 2022

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyekê li derheq belavbûna nexweşiya Kolêra li parêzgehên weke “Hewlêr û Silêmanî” yê hişdarî da.

Di wê daxuyaniyê de hatiye : “Bo agehdarkirina xelkê radigehînin ku rêjeya tûşbûn bi nexweşiya zikçûnê zêde bûne û piştî lêkolînên pizîşkî li çendîn cihên Herêma Kurdistanê, çendîn tûşbûyên nexwşiya Kolêrayê hatine tomarkirin.

Herwisa di vê daxuyaniyê de hatiye: “Rêkarên zêde û micid bi hevahengî digel Saziya Navnetewî ya “WHO” û tendirustiya parêzgeh û îdareyên serbixwe li warê xweparastin , çareserî û dabînkirina hewcehiyên pizîşkî hatine encamdan.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê daxwaz ji xelkê kiriye ku, pêbendê yasayên paqijiya kesîn, paqijbûna avê û xwarinan bin û bi her nîşandeka zikçûnê bi lezgînî pêwendî bi dezgehên tendirustiyê re bigrin.