Werzareta Tenduristiya Îranê li derheq zêdebûna rêjeya belavbûna nexweşiya “Sorikan” di nava zarokan de huşdarî da.
Nexweşiya “Sorikan” di çendîn parêzgehên Îranê de bi awayek berçav belav bûye û bûye gefek micid bo ser tenduristiya zarokan.
Pêka nûçegihaniyên rejîma Îranê, çavkaniya belav bûna wê nexweşiyê welatên “Efxanistan û Pakistan”ê ne û bi sedema cîranbûna wan du welatan digel Îranê û hatinûçûnê bo wan du welatan, nexweşiya “Sorîkan” hatiye veguhastin û bûye gefek micid.
Herwisa “Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê” ragihandiye, zarokên ku temenê wan kêmtir ji 5 salan e û hêj vaksena “Sorikan” li wan nedane, divê bêne vaksînekirin.
Nexweşiya “Sorikan” zêdetir ji rêya hilmijîna hewa û bênijînê ji kesek bo kesek din tê veguhastin û dibe sedema êltihabata cesteyî û bo tûşnebûn bi vê nexweiyê divê vaksena “MMR”ê lêbidin.